18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Serokê Eniya Tirkmenan û Parlementerê Kerkûkê Erşat Salihî diyar kir ku berpirsiyarê sekinandina pêvajoya çareseriyê PKKya rêxistina terorê ye, divê HDP di vê mijarê da înîsiyatîfê hilde ser xwe.
Salihî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku seba êrîşên rêxistina terorê zehf li ber xwe dikevin û PKKyê şermezar dikin û wiha axivî: "HDPyê bi awayê demokratîk 80 parlementer qezenc kir. Divê ev partiya dengê PKKyê bibire. Lewra ew rêxistinê wek hêza çekdar a partiyê nîşan didin."
Salihî bal kişand ku dema hikûmeta Tirkiyeyê pêvajo da destpêkirin di hedefê da sekinandina çekan û bikaranîna rêyên demokratîk hebû, lê belê vê hedefê bersivek nedît û PKKyê dîsa dest bi êrîşên terorî kir.
Salihî got divê HDP înîsiyatîfê hilde û midaxeleyî pêvajoyê bike û wiha axivî: "Divê helwesta HDPe eşkere be û bêje 'em rêxistinên terorê şermezar dikin'. Helwesta eşkere nîşan bide. Ji ber ku HDP zelal nebû li ser pêvajoya aştiyê neyînî tesîr kir. Di rewşa tundiyê da herî zêde kurdan zirar dît."