Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) daxuyand ku di sala 2014an de li Misrê gelek kes di bin binçavkirinê de an jî di girtîgehan de mirine û divê der barê van bûyeran de jêpirsîneke şeffaf û azad bê vekirin.
Di rapora rêxistinê de behsa miameleyên nebaş ya li hember girtiyan hat kirin û hat gotin ku gelek kes di nav rewşên nebaş de di hucreyên biçûk de hatin girtin û wiha mirin.
Hat gotin ku gelek kesan êşkence dîtin û piştî êşkenceyê nehatin dermankirin. Ji ber vê jî ji nişkêve mirin, lê der barê wan kesan de jêpirsîn nehat kirin.
Berpirsyara Afrîkaya Bakur û Rojhilata NAvîn a HRWyê Sarah Leah Whîtson di daxuyaniya xwe de wiha got: "Girtîgehên Misrê û navendên polêsan bi mirovên ku piştgiriyê didin muxalefetê ve hatin tijekirin. Ev girtî di hucreyên qerebalix de hatin girtin û ji ber ku di nav şert û mercên nebaş de bûn, ji wan gelek mirin."
Whîtson got ku rayedarên misrî ji bo ku rewşa wan baş bibe qet hewl nedan, ji ber vê jî divê ku jêpirsîneke azad bê kirin.