Li Misrê ji bo 183 bersûcên ku di çarçoveya doza wek "Qetlîama Kîrdasê" tê zanîn de dihatin darizandin, biryara dardekirinê hat dayîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên darazê hatin hildan, rûniştin li Enstîtuya Polêsan a Girtîgeha Torayê hat kirin. Dadgeha Cezaya Gîzayê biryara xwe ya der barê 188 gumanbarên ku bi hinceta êrîş birin ser navenda polêsan a Kîrdasê dihatin sûcdarkirin. Dadgehê ji bo 183 kesan biryara dardakirinê û ji bo 2 kesan jî biryara beraetê da. Di rûniştinê de hat diyarkirin ku 2 kes mirin û ji bo kesekî temenî wî di bin 18an de ye jî 10 sal cezayê hepsê hat dayîn.
Li gor zagonên Misrê, dosyeyên dardakirinê berî ku bên erêkirin, ji miftiyê dewletê re dişînin. Piştî ku hizra miftî ya di mijarê de hîn dibin, dosyayê teslîmî dadgehê dikin û dadgeh piştî vê piryara xwe dide.
Li Misrê di 14ê tebaxa 2013an de êrîş biribûn ser navenda polêsan a Kîrdasê ya li Gîzayê û di encamê de 16 polês miribûn.