USKUP
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser pirsa di xebatên Komîsyona Lêkolînê ya Parlementoyê de "hûn li kîjan aliyî û li ku ne" de wiha axivî: "Em ligel dewleta hiqûqê û ligel şêwe û rêbaza xebata vê komîsyonê ya li parlementoyê disekinin. Ev komîsyon di çarçoveya kîjan prensîban de ava bûbe û xebatên xwe di çarçoveya kîjan rêgezên prensîb û proseduran de dike, divê ew bên parastin. Divê bi şîroveyên bi vî awayî bi tu şeklî bandor li ser xebatên komîsyonê neyê kirin."
Davutoglu piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Makedonyayê Nîkola Grûevskî civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
-Pêvajoya çareseriyê
Davutoglu pirsa "Duh piştî lijneya HDPyê û Arîkarê Serokwezîr Yalçın Akdogan hin nûçe di nav raya giştî de belav bûn, vê yekê jî destnîşan kir ku di pêvajoyê de derbasî merhaleyeke nû bûn. Got ku 'Dê hevdîtin leztir bên kirin û bêtir xebat bê kirin.' Gelo di vê mijarê de tu salnameyeke ku hûn bikaribin bi raya giştî re parve bikin heye an na? Ji aliyê din ve dîsa di heman serenavê de hat rojevê ku hevdîtin dê di çarçoveya maseyeke nû de bên kirin. Gelo dê HDPyî jî bi lijneya dewletê re beşdarî hevdîtinên li Îmraliyê bibe an na?" wiha bersivand:
"Di hevdîtinên ku van demên dawîn tên kirin de, atmosfereke erênî heye. Bi taybetî hewl didin ku jêbaweriya ku piştî bûyerên 6-7ê cotmehê şeht lê ket, ji nû ve ava bikin. Ev atmosfera erênî ji aliyê atmosfera ewlehiyê ve girîng e. Em ê pêngavên ku ji bo nîzama ewlehiyê diavêjin, bi biryarî berdewam bikin, divê gumana tu kesî di vê mijarê de tunebe û nîzama kamûyê bi tu awayî nabe mijara hevdîtinan. Nîzama kamûyê çawa dibe bila bibe dê li her derê Tirkiyeyê bê pêkanîn. Bi heman awayî wek prensîba duyemîn pêvajoya çareseriyê parçeyekî pêvajoya demokratîkbûnê ye. Hevdîtinên me dê bi aliyekî tenê re nebin, dê bi hemû aliyan re berdewam bike. Wek prensîba sêyemîn di hevdîtinên dawîn de der barê usûl û rêbazê de geşedanên gelekî girîng çêbûn. Di çarçoveya van geşedanên erênî de em hêvî dikin ku di demeke herî kurt de encamên ku em hemû dixwazin derkevin holê lê belê ya rast ez baş nabînim ku di raya giştî de li ser hûrgiliyên vê biaxivim. Ev pêvajo divê di nav nav rêya xwe ya tabiî de û bi pêngavên saxlem pêş bikeve."