MUSUL
Piştî ku hêzên pêşmergeyan, li Çiyayê Şingalê rêxistina terorê ya DÎŞIyê têk bir, êzîdiyên ku 4 meh berê ji herêmê mecbûr mabûn ku koç bikin, ji bo wesayitên xwe ji çiya bînin, çûn herêmê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê bi dest xist, 3 meh berê dema ku DÎŞIyê herêmê dagir kir û kontrola Şingalê bi dest xist, êzîdî mecbûr man ku koç bikin. Herwiha êzîdiyan xwest ku wesayitên xwe gel xwe bibin; lê wesayitên hinan ji ber erze û nebûna mazotê di rê de man. Pêkan e ku mirov li ser rêya Çiyayê Şingalê bi sedan wesayitî bibîne. Her çiqas di hin wesayita de zirar pêk hatibe jî, gelek wesayitên din jî li ser rê sekinandî ne. Lê belê hejmara wesayitên winda jî zêde ye. Tê gotin ku hêzên rêxistina terorê DÎŞI û dizan wesayitên biha û yên kêrhatî birine.
-Êzîdî ji bo wesayitên xwe ber bi çiya ve diçin
Êzdiyên ku dema êrîşên DÎŞIyê mecbûr mabûn wesayitên xwe ser rê bihêlin û birevin, bi saetan meşiyabûn û piştî meşekî dijwar canê xwe xilas kiribûn. Êzîdî piştî 4 mehan ji bo wesayitên xwe vegeriyan Çiyayê Şingalê. Di destê wan de kudînên sotemeniyê, perçeyên wesayitan û alavên temîrê ber bi çiya ve diçin. Daxwaza wan ew e ku wesayitên xwe xilas bikin. Êzîdiyên ku wesayitên wan dixebitin bi bext in; lê yên ku wesayitên wan naxebitin ji bo xilaskirina wesayitên xwe hewl didin, bi alîkariya wesayitkêşan wesayitên xwe dikşînin ber malên xwe.
Xalit Rebî got ku dema 3yê hezîranê de ji çiya revî, wesayîta wî li ser rêya çiya ma û wiha dewam kir: "Ew roj dema ku me bihîst, milîtanên DÎŞIyê nêzî me bûne, em tirsiyan û revîn. Topên hawanê diketin herêma ku em lê bûn. Xwişka min li vir mir. Ji ber ku wesayita me xirabe bû, em heta pozê Çiyayê Şingalê meşiyan. Me xwe sipart çiya."
-Ji 7 wesayîtan 5 wesayît winda ne
Rebî got ku ji 7 wesayîtên wan 5 winda ne û got ew texmîn dikin ku milîtanên DÎŞIyê dest daye ser 5 wesayîtên din.
Beled Saîd Îbrahîm jî got ji ber ku sîstema dawerînê ya wesayîta wî xirabe bûye, wesayita xwe li ser rê hiştiye û rêya mayî meşiya ne û wiha dewam kir: "Ji ber ku milîtanên DÎŞIyê li pey me bûn, em nekarîbûn bisekinin û wesayitê temîr bikin. Heta hêz di meda hebû em meşiyan û ji herêmê dûr ketin. Em ew roj di navbera man û nemanê de bûn. Şikir anha milîtan ji herêmê vekişiyan û em ji bo ku wesayita xwe xilas bikin vegeriyan herêmê."