ERBÎL
"Dema ku ji Cenewreyê tu encamek dernekeve ev jî di qada navneteweyî de nîşan dide ku rejima Esed ji guftûgoyan direve."
Nûrî Brîmo xebatên xwe yên siyasî li Hewlêrê didomîne û derbarê Cenewre-2yê û rewşa Sûriyeyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Konferansa Cenewre-2yê her çiqas dereng ma be jî gaveke girîng e. Heke jê encamekê dernekeve ev yek dê bi kêrî mûxalifan were û wiha dewam kir:
"Rejima Esed bi hevdîtin û guftûgoyan nizane, ew bi tenê kuştinê dizanin. Di Cenewreyê de armanc ew e ku hikûmeteke berwext bê avakirin, lê rejim li dijî vê ye. Esed dibêje 'Bila hêzên navneteweyî alî me bikin ku em ji Sûriyeyê komên teroran derxînin.' Lê di rastiyê de ji Tora Borayê, ji Iraqê û ji Lubnanê kesê ku terorîstan tîne Sûriyeyê Esed bi xwe ye. Dema ku ji Cenewreyê tu encamek dernekeve ev jî di qada navneteweyî de nîşan dide ku rejima Esed ji guftûgoyan direve. Wê demê dibe ku em mûxalifên li Sûriyeyê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin û ji wan re bibêjin ku êdî guftûgo bi kêr nayên û ji bo vê jî mudaxaleyî Sûriyeyê bikin û rêbazên leşkerî bisepînin. Lewra rejim ji çareseriyên siyasî bawer nake û naxwaze."