SILÊMANIYE
Hat ragihandin ku Kongreya Giştî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya 4emîn a ku ger di 31ê çileya paşîn de bihata kirin, hat taloqkirin.
Endamên Polîtburoya YNKyê li bajarê Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li mala Sekreterê Giştî yê YNKyê Celal Talabanî hatin bal hev.
Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin û 3 saet dewam kir. Piştî civînê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kongreya Giştî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya 4emîn a ku ger di 31ê çileya paşîn de bihata kirin, hat taloqkirin û endamên lijneya rêveberiya partiyê perpirsiyariya biryarê hildidin ser xwe.