Mîhlawî da zanîn ku dorpêçkirina hêzên ewlehiyê ya li derûdora zanîngehê berdewam dike û got ku "em ji bo operasyonê li benda emrekê ne".
Mîhlawî da zanîn ku li derûdora zanîngehê di navbera hêzên ewlehiyê û milîtanên DÎŞIyê de car carina pevçûnên biçûk diqewimin.
Milîtanên DİŞIyê duh êrîşê Zanîngeha Enbarê kiribûn, hin peywirdarên ewlehiyê kuştibûn û gelek kesên ku di nava wan de hîndekarên perwerdeyê û xwendekar jî hene dîl girtibûn. Hatibû ragihandin ku endamên rêxistinê piştî demekê hezar û 300 xwendekarên ku dîl girtibûn serbest berda.