ANKARA
Di çarçoveya rewşa derasayî (OHAL) da bi hejmarên 695 û 696 du Biryarnamameyên Hukmê Qanûnê (BHQ) da di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Biryarnameya Hukmê Qanûnê ya ku hejmara wê 696 e
2 hezar û 766 personel ji qamûyê hatin îxrackirin.
Di çarçoveya BHQê ya ku hejmara wê 695 e da 2 hezar û 766 personelên ku di çendîn saziyan da wezîfedar bûn, ji qamûyê hatin îxrackirin.
Ji TSKê 637 personel hatin îxrackirin
Bi BHQê ji Fermandariya Hêzên Bejahî 155, ji Fermandariya Hêzên Behrê 155, ji Fermandariya Hêzên Esmanî 327 kes ji Artêşa Tirkiyeyê hatin îxrackirin.
Ji Cendirmeyan 360, ji Asayîşê 61, ji Asayîşa Qeraxan 4 personel hatin îxrackirin
Di çarçoveya Biryarnameya Hukmê Qanûnê da ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 360, ji Midûriya Giştî Asayîşê 61, hi Fermandariya Asayîşa Qeraxan 4 personel hatin îxrackirin.
Ji Diyanetê 341 kes hatin îxrackirin
Di çarçoveya OHALê da bi BHQê ya ku hejmara wê 695 e da ji Serokatiya Karûbarên Diyanetê 341 kes hatin îxrackirin, 18 kes vegeriyan wezîfeyên xwe.
Kesên ku li dijî pergala makezagonî sûc kirine wê kincên yekceleb li xwe kin.
Li gor BHQê ya ku hejmara wê 696 e, bendek li Qanûna Înfazê hat zêdekirin. Li gor bendê sûcên ku dikevin çarçoveya Qanûna Têkoşîna Terorê û girtî û mehkûmên ku ev sûc kirine, dema ku diçin mehkemeyan wê tulumên yekceleb li xwe bikin. Ev tulum wê ji aliyê îdareya hebsê va werin dayîn. Rengên tuluman wê li gor sûcan biguherin. Jinên ducanî û zarok wê li van tuluman li xwe nekin.
Verastkirina karkerên taşeron
Li gor BHQya ku hejmara wê 696 e, karkerên taşeron wê bikaribin di nav deh rojan da serlêdanê bikin ku derbasî qadroyê bibin.
Derbasbûna qadroyê ya karkerên taşeron ji bo karkerên ku di 4ê berfanbara 2017an pê va dixebitîn guncav e.
Karkerên taşeron ji bo ku derbasî qadroya daîmî ya karkeriyê bibin wê têkevin ezmûna nivîskî an jî mulaqatê. Kesên ku di ezmûnê da serkeftî bibin wê di nav 90 rojî da derbasî qadroyê bibin.
Personelê berwext hat rakirin
Ligel BHQya ku hejmara wê 696 e, statuya 4/C personelê (berwext) hat rakirin û personelê di vê statuyê da derbasî statuya 4/B (bipeyman) kirin.
Ji bo zarok û birayên şehîdan leşkeriya mecbûrî tune
Ligel Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da ya ku hejmara wê 696 e, zarok û birayên kesên ku di çarçoveya Qanûna Dijî Terorê da jiyana xwe ji dest dane da heya ku bixwe nexwazin wê neçin leşkeriyê, yên li leşkeriyê jî heger bixwazin wê bên terhîskirin.
Ji bo ku bona xizmên şehîdan û xaziyan alîkariya madî û menewî bê dabînkirin û herwiha peywendî û rabiteya di navbera wan da bê qewîkirin, li Enqereyê Weqfa Hevkariyê ya Xizmên Şehîdan û Xaziyan a Tirkiyeyê hat damezirandin.
115 kes hatin îadekirin
Di çarçoveya BHQyê da 115 kes bo peywirên xwe yên berê hatin îadekirin
Rutbeya 22 sûbayan jê standin
Bi BHQyê va ji Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ji 22 sûbayên ku hatin teqawidkirin, yên ku bi daxwaza xwe teqawid bûn, yên ku îstifa kirin an jî yên ku ji ber sedemeke din veqetiyan, rutbe ji wan standin.
Saziya Şekir hat girtin
Bi BHQyê va Saziya Şekir hat girtin. Li ciyên ku navê Saziya Şekir û Lijneya Şekir derbas dibe, Wezareta Xida Çandinî û Heywandariyê wekî berpirsiyar hat destnîşankirin.
17 sazî hatin girtin
Ligel BHQyê 7 jê komele, 7 jê weqf bi tevahî 17 sazî hatin girtin û weqfeke ku berê hatibû girtin, hat vekirin. Dawî li xwendekariya 6 kesên ku li dervayî welat dixwînin, anîn.
Komîteya Rêvabirina Pîşesaziya Parastinê wê di bin serokatiya Serokomar da bicive
Li gorî BHQyê, Komîteya Rêvabirina Pîşesaziya Parastinê wê di bin serokatiya Serokomar da bicive. Komîte herwiha wê li ser daxwaza Serokomar rûnê û endamên wê jî wê ji Serokomar, Serokwezîr, Sererkan, wezîrên Karên Nanxweyî û Parastinê pêk were.
Personelê MÎTê wê bikaribe bi daxwaznameyê îstifa bike
Li gorî Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da ya ku hejmara wê 696 e û di çarçoveya rewşa derasayî da hat weşandin, personelê di qadroya fiîlî ya MÎTê da wê bikaribe bi daxwaznameyê serî lê bide û îstifa bike.
Ji bo du dadgehên bilind qadroyên nû
Bi erkê BHQyê va ji bo Dadgeha Bilind a Şêwrê 16, ji bo Dadgeha Bilind a Dadrêsê jî 100 qadroyên nû yên endametiyê hatin terxankirin.
Misteşariya Pîşesaziya Parastinê bi Serokomariyê va hat girêdan
Bi erkê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da ya ku hejmara wê 696 e û di çarçoveya rewşa derasayî da hat weşandin, Misteşariya Pîşesaziya Parastinê bi Serokomariyê va hat girêdan. Li gorî vê, personelê misteşariyê wê piştî erêkirina Serokomar bê tayînkirin û herwiha Serokomar wê bikaribe vê erka xwe dewrî Misteşar bike.