21 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê biryara rewşa derasayî (OHAL) ya Lijneya Wezîran da wiha got: "Hewla derbê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî mafdariya tevdîrên me da nîşan. Her wiha ji vê rêxistina sûcdar mecbûriyeta rizgarkirina welatê me derket holê."
Li gor daxuyaniya ku ji Serokwezîriyê hat dayîn û qala hewla derbeya 15ê tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî hat kirin.
Yildirim diyar kir, bi helwesta destanî ya ku milletê ezîz xwedî li demokrasiyê derket û bi îradeya saxlem a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û biryardariya xwedîlêderketina demokrasiyê ya hikûmetê va ev çeteya îxanetê di demeke kurt da vekişiya. Yildirim destnîşan kir, derbekar cezayê ku heq dikin wê bikşînin û teslîmî edaletê bûn.
Yildirim wiha dewam kir:
"Hewla derbê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî mafdariya tevdîrên me da nîşan. Her wiha ji vê rêxistina sûcdar mecbûriyeta rizgarkirina welatê me derket holê. Ji bo vê bi serokatiya Birêz Serokomarê me Lijneya Wezîran ji bo sê mehan biryara 'rewşa derasayî' da. Biryara rewşa derasayî wê teqez tesîra neyênî li ser welatiyên me û jiyana rojane neke."
Di vê pêvajoyê da tu sepanên ku li ser jiyana rojane tesîra neyênî bikin, wê çênebin, zirar û ziyana hewla derbê wê were telafîkirin, endîşeya ewlehiya welatê me û welatiyên me wê werin berterefkirin, di rêvebiriyê da ahengekê çêbibe, verastkirinên ku hewce dikin wê zûtir werin çêkirin, tu verastkirinên li dijî hiqûqê wê çênebin. Ji bo beqa û hizûra dewlet û miletê me, em mecbûrî vê biryarê bûn."
Yildirim bal kişand, di pêvajoya OHALê da hemû verastkirin wê bi lezûbeztir radestî Meclisê bibe û wiha dewam kir: "Di Komara Tirkiyê da Meclis dilê dewletê ye û tecellîgeha îradeya milî ye. Şebekeya îxanetê ya ku çek dirêjî Meclis û milletê me kir, wê were berterefkirin. Ev ê bi biryardarî dewam bike. Di vê navberê da ji pergala hiqûqê, demokrasî, aborî û ji pergala qamûyê wê were parastin. Bila welatiyên me ji vê emîn bin."