Ji siyasetmedarên kurdan Mahmud Osman ji ber ku Îran û Amerîka midaxilê qeyrana serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bûn wiha got: "Li gor min durust nîne ku Îran û Amerîka beşdarî civînan bibin. Ev welêt ji bo berjewendiyên xwe dixebitin. Projeyên xwe datînin ser maseyê û di vê mijarê de rê didin ber mirovan."
Osman hevalê Mele Mistefa Barzanî yê nêzîk e û li herêma Kurdistanê siyasetmedarekî girîng e. Osman li ofîsa xwe ya Hewlêrê der heqê krîza serokatiya HKIyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Osman daxuyand, ji ber ku li HKIyê hilbijartina serokatiyê bû sedema bê îstiqrariya siyasî, welatên biyanî midaxilê mijarê bûn. Osman wiha got: "Li gor min durust nîne ku Îran û Amerîka beşdarî civînan bibin. Ev welêt ji bo berjewendiyên xwe dixebitin. Projeyên xwe datînin ser maseyê û di vê mijarê de rê didin ber mirovan. Van tu wextî pirsgirêkên me çareser nekirine. Berevajiyê çareserkirinê, tevlîhev kirine."
Osman got ku ji ber krîza serokatiyê di navbera pênc partiyên mezin de gijgijîn heye û ev jî tesîreke neyênî li ser ewlehiyê dike û wiha pê de çû: "Heke bixwe pirsgirêkên xwe çareser nekin, ew ê dest biavêjinê û midaxale bikin. Beşdarbûna wan a civînê nîşaneya serneketina me ye."
Osman destnîşan kir, ji bo ku krîz biqede civîn hatin kirin, lê encameke erênî derneket û ev jî "îşareteke neyênî ye" û wiha dewam kir:
"Li Hewlêrê civîneke ku partiyên siyasî beşdar bûn hat lidarxistin. Nûnerên Amerîka û Neteweyên Yekbûyî jî beşdarî vê civînê bûn. Ji bo xeteriya rewşê hişyarî dan her kesî. Li gor wan ev yek bêîstiqrariya siyasî ye, Ev yek wê tesîreke neyênî li ser têkoşîna dijî DAEŞê bike."
Osman bal kişand ku "Li herêma kurdan vê gavê rêvebiriyeke ku ji du aliyan ve tê îdarekirin heye" û wiha got: "Hewlêr û Duhok di kontrola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, Silêmanî jî di kontrola Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ye. Siyaset, hêzên çekdar û karên parlementoyê hê di bandora van partiyan de ye. Rewş weke berê dewam dike."
Osman got, "Sedema eslî ya pirsgirêkan partiyên siyasî ne" û wiha dewam kir:
"Tekane rêya çareseriyê ew e ku partiyên siyasî derbasî pergala hikûmetê bibin. Divê hemû kar û bar ji hev veqetin. Her wiha divê di demeke kurt de makezagoneke nû were amadekirin. Hin partiyên siyasî dixwazin ku parlemento xurt bibe. Lêbelê heta ku hemû serokên partiyên siyasî di vê parlementoyê de nexebitin, birêvebirina vî karî zehmet e. Divê her kes beşdarî parlementoyê bibe, wê demê pirsgirêk wê çareser bibin. Belkî serokê herêmê jî were hilbijartin."
Osman li ser biryarên reformê yên Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî jî sekinî û got ku hêngî Îbadî dest bi wezîfeyê kiriye û heta niha, ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt gavên ciddî neavêtiye.