Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyand ku ew bibiryar in ku gel serokê herêmê hilbijêre.
Mesrûr Barzaniyê kurê Serok Mesûd Barzanî û Endamê Buroya Siyasî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî li Hewlêrê çûn ziyareta partiyên xrîstyan û tirkmenan.
Piştî hevdîtinan Barzanî daxuyanî da çapemeniyê û behsa mijara hilbijartina serokatiyê kir.
Barzanî wiha axivî: "Em bibiryar in ku hilbijartina serokatiyê ji hêla gel ve çêbibe. Me berê jî gotibû divê Serok ji hêla gel ve bê hilbijartin."
Barzanî got ku ew wek PDK dixwazin lihevkirin çêbibe û wiha dewam kir: "Heke em di vê mijarê de bi partiyên siyasî yên din re li hev bikin, em ê kêfxweş bibin. Heke partî lihevkirinê nexwazin em ê berên xwe bidin gel û gelê biryara dawîn bide. Gelê di mjarên ku qedera wan û pêşerojan eleqeder dike de biryara xwe bide."
Ji hêla din îro li Silêmaniyeyê civîna 5 partiyên mezin ên herêmê PDK, Tevgera Goran, YNK, Yekgirtu û Komelê bi dawî bû. Ji civînê tu biryar derneket û hat ragihandin ku civînê roja çarşemê dewam bike.
Komîsyona Wezareta Dadê ya HKIyê der barê dema wezîfeya Barzanî de daxuyanî dabû û gotibû ku heta hilbijartin bê kirin, Barzanî bi qanûnî dikare wezîfeya xwe bidomîne. YNK, Tevgera Goran û Komel jî dibêjin ku konsey nikare biryareke wiha bide û divê ev mijar di bin banê parlementoyê de bê çareserkirin.