07 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
WASHINGTON
Rayedarekî amerîkî daxuyand ku PYDya şaxa rêxistina PKKê ya li Sûriyeyê wê di hevdîtinên Cenevreyê de cih negre.
Hevdîtinên ji bo şerê Sûriyeyê bê rawestandin wê di 9ê adarê roja çarşemê li Cenevreya bajarê Swîsreyê çêbibin.
Ji Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê rayedarekî payebilind ê ku naxwaze navê wî bê eşkerekirin daxuyand ku komên ku di 29ê çileya paşîn de li Cenevreyê beşdarî civînan bûbûn wê dîsa beşdarî hevdîtinan bibin.
Rayedar got ku PYD wê beşdarî civînan nebe.
PYD di hevdîtinên berê de jî nehatibû vexwendin.