12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
DYA û Herêma Kurdistana Iraqê ji bo ji Mûsilê derxistina DAEŞa rêxistina terorê protokoleke leşkerî ya hevbeş îmze kirin.
Ji bo protokola ku hat çêkirin li Selahedîna Hewlêrê li avahiya serokatiyê merasima îmzeyê hat kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdarî merasima ji bo protokola leşkerî hat lidarxistin bû, li ser navê DYAyê Berpirsiyara Karên Ewlehiya Navneteweyî ya Wezareta Parastinê Ellîsa Slotkînê û li ser navê Herêma Kurdistanê Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sîncarî îmze avêtin.
Piştî merasimê Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umîd Sabah daxuyaniya çapemeniyê da û wiha got: "Îro civîneke girîng hat kirin. Rojeva sereke ya civînê di têkoşîna dijî terorê da hevkarî û stratejiya hêzên koalîsyona navneteweyî û Herêma Kurdistanê bû ku di serkêşiya DYAyê da tê kirin."
Sabah diyar kir ku protokola di navbera rayedarên DYA û Herêma Kurdistanê da hat îmzekirin encama hevkariya pêşmerge û hêzên koalîsyonê ye û wiha dewam kir: "Di navbera Serokê Kurdistanê (Mesûd Barzanî) û Wezîrê Parastinê yê DYAyê (Ashton Carter) da di kanûna 2015an da civîneke muhîm hat kirin. Di vê civînê da ji bo di pêşerojê da têkiliyên dualî xurt bibin pêvajoya protokolê dest pê kir. Di vê protokolê da bi taybetî di têkoşîna dijî DAEŞê da û operasyona rizgarina Mûsilê da bendên ku divê teref çava tevbigerin hene."