12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
BRUKSEL
Li Parlementoya Ewropayê (PE) ya li Brukselê pêşangeha ku tê de wêneyên Ocalanê serokê PKKya rêxistina terorê û terorîstên endamên PYDyê cî digirin, hat vekirin.
Pêşangeh bi mazûbantiya Josef Weîdenholzerê Parlementerê Koma Sosyal Demokrat a PEyê hat vekirin. Wêneyên pêşangehê Thomas Schmîdîngerê awistiryayî kişandin.
Pêşangeh dê bi qasî hefteyekî vekirî bimîne û di pêşangehê de wêneyên terorîstên PYD, YPJ û YPGyî yên li bakurê Sûriyeyê cî digirin. Di nîşeyên di bin wêneyan de jî hin cihên li bakurê Sûriyeyê wekî "kanton" tên binavkirin.
Di wêneyekî ku di sala 2013an de hatiye kişandin de posterê Abdûllah Ocalanê serokê PKKya rêxistina terorê xuya dike. Di wêneyekî ku di sala 2014an de hatiye kişandin de jî dîsa di kongreyekî PYDyê de wêneyê rêxistina terorê xuya dike.
- "Divê destûr nedin paçikên PKKyê jî"
Li PEya ku ji bo serbestiya wîzeyê ji Tirkiyeyê dixwaze ku qanûna têkoşîna dijî terorê re biguherîne berê niha jî paçikên ku sembolên YPGya rêxistina terorê ne hatibûn daliqandin.
Wezîrê Karên derve Mevlut Çavuşoglu di ziyareta ku di 30yê hezîranê de li Brukselê kir de der heqê mijarê de ev gotibû:
"Divê em di mijara azadiya gotinê ya der heqê terorîstan de ji standarta dualî dûr bisekinin. Heke îro li Parlementoya Ewropayê destûr nadin paçikên DAEŞê divê destûr nedin paçikên PKKyê jî. Çawa ku destûr nayê dayîn ku DAEŞ li nav Ewropayê qaçaxçitiya hişbirê, qaçaxçitiya mirovan bike divê destûr nedin fealiyetên PKKyê yên bi vî awayî. Ji ber wê jî di mijara azadiya gotinê de jî mixabin ku em vê standarta dualî dibînin. Divê ê di vê mijarê de net û bi prensîb bin."
- Hebûna PKKyê ya li Ewropayê
Beriya lûtkeya Tirkiye-YEyê ya ku di 18ê adarê de hat kirin li Belçîkayê destûr hatibû dayîn ku li pişt Konseya YEyê ya ku lûtke lê tê kirin PKKya rêxistina terorê kon vede û ev yek bibû sedem ku Tirkiye bertek nîşan bide.
Belçîkaya ku kon lê hat vedan di serê wan welatan de tê ku PKK û DHKP-Cya rêxistinên terorê fealiyetên xwe herî zêde wir dikin. Li welatê ku serokê rêxistinan lê dijîn qenalên televîzyonê yên PKKyê jî weşanê dikin. PKKya rêxistina terorê bi saya komeleyên ku ava kiriye fealiyetên xwe berdewam dike û herî dawî di sala 2010an de dijî PKKyê operasyon hat kirin.
PKKya rêxistina terorê ne tenê li Belçîkayê di heman demê de li Almanya, Danîmarka, Fransa, Hollanda, Swêd û Yewnanistan di serî de li welatên YEyê jî fealiyetên xwe dike. PKK di lîsteya rêxistinên terorê ya YEyê de ye û digel vê yekê dijî rêxistinê tu pêngav nehat avêtin û ev yek jî dibe sedem ku Tirkiye bertek nîşan bide.