Fatih Gazioğlu
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
BEYRUT
DYAyê di çarçoveye arîkariya paketa leşkerî de 2 balafirên şer diyarî Libnanê kir.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya herêmî de hatin nivîsandin, 2 balafirên ku marqeya wan A-29 Super Tucano ne, li balafirgeha rêhewaya Hamatê ya lêşkerî teslimî rayedarên libnanî kirin.
Li ser balafirên şer 2 çekên bimakîne yên 50 kalîbre, sîstema 70 milîmetre ya roketan û sîstema çekên bilazer hene.
Hat ragihandin ku DYA wê piştî 12 mehên din 4 balafirên şer yên din jî bide Libnanê.