Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Erşed Salihî der barê pêşnûmaya qanûna Kongreya DYAyê ya ku di xwe de ji bo kurd û sunniyên Iraqê alîkariya çekan dihewîne de wiha got: "Wekî tirkmen em pêşiya herkesî çekan dixwazin. Ji bo me jêdera van çekan ne gîrîng e. Tenê ku em bikaribin li hemberê DAEŞê têbikoşin."
Salîhî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de balkişand ji ber ku di xwe de ji bo kurd û sunniyên Iraqê alîkariya çekan dihewîne ew ne li hemberê pêşnûmaya navborî ya Kongreya DYAyê ne û wiha pê de çû: "Biryar bû sedem ku em bi fikar bin. Lewre li aliyekî DYA çekan dide kurd û sunniyan û li aliyekî jî Îran çekan dide şîayan, lê tirkmen jî bê çek dimînin û ev rewş ji bo me dibe sedema fikarê. Dê alîkariya çekan bi destê kî û ji ku ve were kirin. Fatûraya parastina yekîtiya axa Iraqê em didin."
- "Dibe ku DAEŞ dubare êrîş bibe ser başûrê Kerkûkê"
Salîhî diyar kir ku ji ber nebûna alîkariya hewayê û çekên giran Beşîra wargehê tirkmenan Beşîr nehat rizgarkirin û wiha domand: "Di operasyona rizgarkirina herêmê ya Pêşmerege û hêzên tirkmenan de rêveberiya Bexdayê û hêzên hevpeymaniyê alîkariya hewce nedan."
Erşed Salîhî destnîşan kir ku DAEŞ tenê 5 kîlomêtro dûrî başûrê Kerkûkê ye û ji ber vê herêm hê jî di bin talûkeyê de ye û wiha hişyarî da: "Dibe ku rêxistina terorê DAEŞ dubare êrîş bibe ser başûrê Kerkûkê."
- "Tirkiye alîkariya me dike"
Salîhî bi bîr xist ku navçeya Telaferê ya girêdayî Mûsilê hê jî di kontrola DAEŞê de ye û wiha berdewam kir:
"Li Telaferê di destê rêxistina terorê DAEŞê de hin tirkmenên dîl hene. Ev çendîn meh in ku 150 malbatên ji Telaferê li nêzî gundê Malhayê hesarkirî ne. Pêşmerge ne dihêle ku em wan derbasî herêma kurdan bikin û ne jî dihêle ku em wan bibin cihekî din. Xeynî vê biqasî ku em haydar in di destê DAEŞê de nêzî 200 jinên tirkmen hene. Hinek ji van li ser axa Iraqê û hinekê din jî li derveyê axa Iraqê tên girtin."
Serokê ETIyê Salîhî wiha balkişand: "Tirkiye bi cidî nêzîkê rewşa ewlekariya tirkmenan dibe û di warê alîkariya xêrxwaziyê de jî tiştê ku hewce ye tîne cih."
Salîhî diyar kir ku piştî êrîşên rêxistina terorê tirkmen rahêştin çekan û wiha domand: "Tirkmenê berê çekên xwe nezivirînin kurdan û neyarê hevpar ê herdu gelî jî DAEŞ e. Dema ku milên me êşiyan, bira tu kes destê me dayneyne erdê. Em ji birayên xwe yên kurd û rêveberiya wan re dibêjin ku nekevin nava hizreke wisa ku bi hêza xwe ya leşkerî û aborî ya îro ve xelqê me, erdnîgarî û çanda me dîl bigrin. Em li ser rêbaza jiyaneke hevpar ve bi hev bikin û wekî berê em bi hevra bijîn."