24 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
WASHINGTON
Wezareta Berevaniyê ya DYAyê (Pentagon) da zanîn ku bi êrîşên asîmanî piştgirî dan Operasyona Mertala Feratê ya ku li herêma Cerablûsê ya li ser sînorê Tirkiyeyê ya ku dijî DAEŞa rêxistina terorê dan destpêkirin.
Berdevkê Pentagonê Adrîan Rakkîne-Galloway bersiva pirsên nûçegihanê AAyê da û da zanîn ku balafirên DYAyê piştgirî dan operasyina ku Tirkiyeyê li herêma Cerablûsê dijî DAEŞê da destpêkirin.
Galloway di bersiva xwe de ev gotin:
"Hêzên koalîsyona dijî DAEŞê ji bo ku piştgirî bidin operasyonên Tirkiyeyê yên di têkoşîna dijî DAEŞê de û operasyonên ku hêzên mixalif ên Sûriyeyê yên ku ji kontrolê hatine derbaskirin ji bo ku Cerablûsa li sînor ji DAEŞê bê paqijkirin îro êrîşên asîmanî kir. Hêmanên îstixbarat, şopandin û keşfê yên koalîsyonê bi rêk û pêk sînorê ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ji bo şervanên DAEŞê cihekî girîng a derbasbûnê ye dişopînin û seranserê sînorê şopandina van operasyonan berdewam dike."
Galloway destnîşan kir ku li gor polîtîkaya wezaretê der heqê piştgiriya welatên din ên di nav koalîsyonê de nikarin tu daxuyaniyê bidin û got ku "Ez dikarim teyît bikim ku balafirên bi balafirvan û bêbalafirvan ên DYAyê di van operasyonên nêzî sînorê Tirkiye-Sûriyeyê de peywir girtin."
Galloway li ser pirsekî der heqê gelo di dema piştgiriya ku dan operasyonê de bi Rûsyayê re di nav têkiliyê de bûn an na got ku "Koalîsyona dijî DAEŞê operasyonên xwe bi hêzên çekdar ên Rûsyayê re bi kordîne dike. Ji bo ku li sehaya asîmanî ya Sûriyeyê ewlehiya firan pêk bînin di navbera DYA û Rûsyayê de zebtekî mutebeqatê heye."