26 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
ANKARA
Sererkaniyê di daxuyaniya xwe da derbarê Mertala Feratê da ku ketiye roja xwe ya 33yemîn da, zanyarî belav kir.
Di daxuyaniyê da hat îfadekirin ku pênc komên erka taybet yên derdora Azez-Raiyê bi mebesta vegerandina deverên ji destdayî, operasyona ku ber bi hêla başûr va destpê kiribû, didome.
Hat ragihandin ku operasyon ji bejayiyê va bi piştgiriya bombebarana asmanî didome. Li rojavayê Raiyê, tar û taxên weke Sandarah, Kadrîş û Bahwurtah û taxa Şandiya li rojhilatê Raiyê hatine kontrolkirin.
Di daxuyaniya sererkaniyê da hat destnîşankirin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya operasyona Mertala Feratê da 69 hedefên DAEŞê yên ku tesbît kirin, 210 caran bombebaran kir, 2 avahiyên ku rêxistinê weke baregehê bikar dibirin, hatin îmhakirin û endamên rêxistina terorê yên di wan avahiyan da hatin kuştin.