04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
WASHINGTON
Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) ragihand di nav hefteya borî da li Yêmenê dijî hedefên El Qaîdeyê qederê 20 operasyonên esmanî hatin kirin.
Jeff Davisê Berdevkê Pentagonê der barê mijarê da daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ji 28ê rêbendanê heta niha li Yêmenê dijî hedefên El Qaîdeyê bi tevahî 70 operasyonên esmanî hatine kirin.
Davis diyar kir di nav hefteya borî da 20 operasyonên esmanî hatin kirin û wiha got: "Me berê eşkere kiribû 50 êrîşên esmanî hatine kirin. Ji wê roja û heta niha ev hejmar derket 70an."
Jeff Davis destnîşan kir êrîşên dawîn li wilayeta Ebyenê hatine kirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî wesaîtên bêmirov ên DYAyê li Mudiyeya Ebyenê, El-Wadî, Ehwar û El-Mahfeda li Yêmenê 5 roj in li dijî hedefên El Qaîdeyê operasyonên esmanî dikin.
Tê îdiakirin keştiyên şer ên DYAyê jî gundên li rojhilatê peravên Zencebarê û gundên li El-Qewz, Mucan û El-Merwanê hedefên rêxistinê bombebaran dikin.