04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
HEWLÊR
Unsûrên li Herêma Kurdistanê xrîstiyan, êzidî, kakeyî, zerdeştî, sabiî-mendayî, behayî, misilman û tirkmen ji bo Referandûma Serxwebûnê piştgiriya xwe ragihandin.
Tora Pêkhateyên Kurdistanê ku hemû unsûrên li herêmê di nav xwe de dihewîne bi beyannameyeke nivîskî ragihand ku ew piştgiriya Serxwebûna Kurdistanê dike.
Di beyannameyê de wiha hat ragihandin:
"Em wek Tora Pêkhateyên Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku divê hemû unsûrên Herêma Kurdistanê piştgiriya Referandûma Serxwebûnê bikin. Lewra rexsandina atmosfereke aram di bin Alaya Kurdistanê de ji bo me hemûyan hewceyiyek e. Em dikarin jiyaneke azad, asûde û bextewer di bin Alaya Kurdistanê de bijîn."
Torê herwiha piştgiriya xwe ya tam ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo vê mijarê ragihand û daxwaz kir ku hemû unsûrên din jî dest bidin vê pêvajoyê.