BEXDA
Serokomarê Iraqê Fûad Masûm daxuyand ku ew ê arîkariya leşkerî bidin wan eşîrên ku Enbarê li dijî DÎŞIyê şer dikin.
Komek mela û şêxên eşîra El-Cexayifeyê ya ji 31 kesî pêk dihat li Bexdaya paytextê Iraqê bi Serokomar Masûm re hatin bal hev.
Şêxê eşîreta Cexayifê Xidir el-Cexayifî li ser hevditînê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got Mahsûm soz daye wan û gotiye ew ê arîkariya leşkerî bide eşîran.
Cexayifî destnîşan kir ku di nav daxwazên wan de ew jî heye ji bo navçeyên Hadîse û el-Bexdadiyê bilez arîkariya xurek bişînin.
Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê şemiya borî îlan kiribû ku piştî pevçûnên dirêj navçeya Bexdadiyê pata hatiye standin.