Lêkolîner û nivîskar Aliyev: "Ew dîmên hê jî ber çavên min in. Ji bîr nakim. Min jineke tevî dergûşa xwe ya li ber dilê wê hatibûn kuştin dît."
Lêkolîner û nivîskar Dr. Zaur Aliyev, der barê Qetlîama Hocaliyê û bûyerên ku piştî qetlîamê pêk hatin de agahî da nûçegihanê AAyê.
Aliyev serdema qetlîamê de mecbûr maye ku ji herêma Agdamê ya ku ermeniyan dagirkiribû koç bike.
Aliyev got ku di sala 1992an de ermeniyan dest bi qetlîamê kir ew wê demê li herêma Agnamê bû. Aliyev destnîşan kir ku piraniya cinazeyê kesên ku mirin, li wir veşartin.
Aliyev bi bîr xist ku wê çaxê Hocali di bin abloqeyê de bû û wiha axivî: "Di 25ê sibatê de rewş xirab bû û dotira rojê însan hatin qetilkirin."
Aliyev got ku gelek cinaze anîn Mizgefta Agdamê û wiha pê de çû: "Ew dîmên hê jî ber çavên min in. Ji bîr nakim. Min jineke tevî dergûşa xwe ya li ber dilê wê hatibûn kuştin dît. Zikê jinekê qelaştibûn, bebik jê derxistibûn û cardin dirûtibûn. Jixwe dîmenek hebû ku ew qet ji ber çavên min naçe. Bavek li her du zarokên xwe yên ku hatibûn kuştin rast hatibû. Ev kêliya rasthatina bav, ji bîra min naçe. Bi rojan cinaze anîn mizgeftê."
Aliyev got ku piştî ermeniyan herêma Agnamê dagir kir, ew çû Bakuyê û li vir der heqê zilma ermeniyan de dest bi lêkolîna kir. Aliyev got ku bi salan li ser vê mijarê xebatên xwe domand, pirtûk nivîsîn û wiha dewam kir:
"Di qetlîamê de ji her malbatê 3-4 kes hatin kuştin. 8 malbat jî bi tevahî ji holê rakirin. Ji malbatên wek Memmedovan, Kerîmovan, Kamberovan tu kes nema. Ev jî têra xwe rewşa Hocaliyê nîşan dide. Herwiha li gor min zêdetirî hejmara ku di arşîvên dewletê de hatine tomarkirin însan mirin. Li gor reqemên fermî hejmar 613 e. Lewra li herêmê emele, polês û leşker jî hebûn; lê kes aqûbeta wan nizane."