Haydar Şahin
12 Hezîran 2019•Rojanekirin: 13 Hezîran 2019
Dîmenên ku terorîstên YPG/PKKyî tê da li Til Ebyada li bakurê Sûriyeyê ya dagir kiriye agir berî zeviyên sivîlan didin derketin holê.
Dîmenên terorîstên ku agir berî zeviyê dan hatin kişandin
Koma çalakvanên herêmî ya bi navê "Reqa bêdeng tê qetikirin" li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeo parve kir, di dîmenan da tê dîtin ku wesayîta pîneyê alaya rêxistinê li ser e tê nav zeviyê.
Di dîmenên ku tê fehmkirin ji dûr va bi têlefona destan hatiye kişandin da 2 terorîstên YPG/PKKyî qasî demekê li der û dorê mêze dikin paşê agir berî zeviyê didin.
Herdu terorîst paşê li wesayîtê siwar dibin û ji herêmê dûr dikevin.
Koma ku vîdeo parve kir wekî peyam jî nivîsî ku zevî li Eyn Arusa gundê Til Ebyadê ye û zeviya sivîlan e.
YPG/PKK di van 15 rojên dawîn da li Reqa û Dêrazorê ya dagir kiriye agir berî zeviyên Ereban dide. Gel li Hesekeyê ji bo zeviyên wan neyên şewitandin li dijî rêxistinê nobedê digre.
Tê texmînkirin ku hetanî nika agir berî 50 dolim erdî dan.