Alper Şaşmaz
22 Hezîran 2026•Rojanekirin: 22 Hezîran 2026
Li gor daxuyaniya ser hesabê NSosyalê yê Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, her du pêşeng di axaftinê da li ser têkiliyên dualî yên Tirkiye û Iraqê, mijarên herêmî û kurewî sekinîn.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên Tirkiye-Iraqê pêş bixin û xurt bikin û destnîşan kir ku di qada vejen, sanayiya parastinê û çûyîn û hatinê da potansiyela tevkariyê zêde ye.
Serokomar Erdogan ji bo îstişarekirina berfireh Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî dewetî Tirkiyeyê kir.
Serokomar Erdogan, bi Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ra bi têlefonê axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ra bi têlefonê axivî.
Li gor parvekirina ser hesabê NSosyalê yê Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, her du serokomar di axaftinê da li ser têkiliyên dualî yên Tirkiye û Îranê, geşedanên herêmî û kurewî sekinîn.
Serokomar Erdogan di axaftinê da daxuyand ku mitabaqata Îran û Amerîkayê merivan şa dike, ji bo ku pêvajo bi aştiyê encam bide çi ji destê Tirkiyeyê tê, wê bike û destnîşan kir, girîng e ku meriv ji bo yên dixwazin mizakereyan sabote bikin, baldar tevbigere.
Serokomar Erdogan diyar kir, di heyama nû da ji bo xurtkirina aştiya herêmî avêtina gavan girîng û hewcedar e, ji bo sazkirina vê Tirkiye wê bixebite.
Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku ji bo xurtkirina tevkariya bazirganî, darayî û vejenê ya navbera Tirkiye û Îranê ew ê avêtina gavan bidomînin.