DÎŞIya rêxistina terorê ji bo ku 2 rehîneyên di destê xwe de berde ji hikûmeta Japonyayê 200 milyon Dolarên Amerîkayê (USD) xwest.
DÎŞIyê hikûmeta Japonyayê tehdît kir ku 'heke pereyê ku xwestin di nav 72 saetan de nedin dê serê rehîneyan jê bikin'.
DÎŞIyê ji bo fîdyeyê bi navê "peyamek ji bo hikûmeta japonan û gelê japon" vîdeoyek weşand û di vîdeoyê de hat dîtin ku 2 rehîneyên japon ên bi navê Kenjî Goto JJogo û Harûna Yûkawa di nav cilên rengporteqalî de ketine li ser çokên xwe û li pişt wan jî milîtanê DÎŞIyê yê rûpoşkirî yê ku di vîdeoya înfaza gelek kesên DYAyî û îngiliz de tê naskirin, jî heye.
Milîtanê ku di destê wî de kêr heye bi vî awayî xitabî Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe dike: "Tu ku 8 hezar û 500 kîlometro dûrî DÎŞIyê lê digel vê yekê te bi vîna xwe bi awayekî dilkirî xwest ku tevî vî şerê xaçparêzan bibî."
Milîtanê rûpoşkirî diyar kir ku gelê japon ji bo ku du rehîneyan xilas bike divê zextê li hikûmeta xwe bike ku hikûmet 200 miyon dolarî di nav 72 saetan de bide. Milîtanê rûpoşkirî qala arîkariya bi qasî 200 milyon dolarî ya ku Japonyayê da hêzên koalîsyonê kir û da zanîn ku vî pereyî wek fîdye dixwazin.
DÎŞI cara ewil vîdeoyeke ku ji bo berdana rehîneyên di destê xwe de fîdyeyê dixwaze, diweşîne.