Elif Orhan
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî der barê nîqaşên dubarekirina hilbijartinan de bangên ji nû ve kirina hilbijartinan red kirin û diyar kir ku divê ji bo avakirina hikûmetê pêşketin çêbe.
Ebadî li Bexdayê civîna çapemeniyê kir û got ku "Hilbijartin hatin kirin. Êdî paş de veger tune. Ne rayeya hikûmetê ne jî ya parlementoyê ji bo betalkirina vê heye. Ji bo avakirina hikûmeta nû divê pêşketin çêbe. Betalkirina hilbijartinan girêdayî biryara darazê ye."
Serokê Parlementoyê Selîm Cubûrî û Arîkarê Serokomar Iyad Ellawî piştî ku li depoya ku sindoqên hilbijartinê lê bûn şewat derket bang kiribû ku hilbijartin bên betalkirin û ji nû ve bên kirin.
Ebadî gotibû ku "Li gor encamên ewil ên lêpirsînê şewat bi qesdî hatiye derxistin."
Der barê şewatê de 4 gumanbar hatibûn girtin.