06 Mijdar 2015•Rojanekirin: 07 Mijdar 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, "(ew encax karin fîlma wê çêbikin) Ev gotina min ajîte kirin û bi neyînî bikaranîn. Di 8ê hezîranê de, ji ber axaftina şexsekî vê ji min pirsîbûn. Min jî wê çaxê got 'Xwediyê vê pêvajoyê em in, çiqas hêza me zêde be, em çiqas xurt bin, ew ê pêvajo jî bi wî qasî pêşve biçe. Niha ew kesên ku xeber didin, nikarin vê bi cih bînin. Ew di qada fîlmkişandinê da pispor in, ew encax karin fîlma vê çêkin.' Ya rast min negot 'kes nikare pêvajoyeke wiha bide destpêkirin, birêve bibe.' Ew gotinên min ajîte kirin."
Akdogan beşdarî bernameya HaberTurkê bû û di çarçoveya bernameyê de rojevê nirxand, pirsan bersivand.
Akdogan li ser pirsa der barê hilbijartinê da got ku wan him encamên hilbijartina 1ê mijdarê him jî ya 7ê hezîranê bi hev du ra nirxand û destnîşan kir ku dema ku ji sedî 41 jî dema ku ji sedî 50yî jî deng hildan rewş nirxandin û got divê partiyên mixalefetê hemû rewşa xwe wiha binirxînin.
Akdogan bal kişand ser danezana hilbijartinê ya AK Partiyê û destnîşan kir ku di danezanê da reform, vaat û projeyên AK Partiyê hene. Akdogan got, me li ser vana nîqaş kirin û ji bo pêkanînê dest bi xebatan kir.
Akdogan derbarê makezagona nû da wiha got: "Ev mesele bi tevkariya partiyên siyasî yên din çareser dibe. Di vê mijarê da em bi biryar in û vê didin xuyakirin. Îradeya ku birêz Serokwezîre me nîşan dide jî xuya dike. Ew ê li gor salnameya xwe xebatên xwe bidomîne."
Akdogan li ser pirsa derbarê "pêvajoya çareseriyê" da jî wiha axivî: "(ew encax karin fîlma wê çêbikin) Ev gotina min ajîte kirin û bi neyînî bikaranîn. Di 8ê hezîranê de, ji ber axaftina şexsekî vê ji min pirsîbûn. Min jî wê çaxê got 'Xwediyê vê pêvajoyê em in, çiqas hêza me zêde be, em çiqas xurt bin, ew ê pêvajo jî bi wî qasî pêşve biçe. Niha ew kesên ku xeber didin, nikarin vê bi cih bînin. Ew di qada fîlmkişandinê da pispor in, ew encax karin fîlma vê çêkin.' Ya rast min negot 'kes nikare pêvajoyeke wiha bide destpêkirin, birêve bibe.' Ew gotinên min ajîte kirin."
Akdogan got ku hikûmet ji bo pêvajoyê hewl dide lê belê rêxistin rê li ber digre xebatan sabote dike û wiha dewam kir:
"Lewra rêxistinê got dema min tuneye ku ez bi pêvajo mêvajoyê ra elaqeder bibim. Ez ê daxwaza xwe bi rêya çekan bînim cih. Ji ber vê yekê têkoşîna dijî terorê girîng e. Pêvajoya ku em jê re dibêjin 'Pêvajoya biratî û yekîtiya netewî' bingeh û ruhê vê ye. Ev restorasyoneke civakî ye. Divê gelê Tirkiyê bibe yek, di nav gelan da nêzikayî çêbe, bi demokratîkbûnê va pirsgirêkên civakî yê civakê jî kêm bibin. Ev pêvajoya biratî û yekîtiya netewî ye. Me di vê meseleyê da paşva gav neavêtiye. Lê belê niha li meydanê rêxistineke terorê ya ku çek hildaye heye. Hewl dide ku bi rêya bûyerên terorî bigihîje astekê."
Akdogan li ser pirsa "Heta ku têkoşîna dijî terorê dawî nebe, ji bo meseleya pêvajoya çareserî û makezagona nû hûnê bi HDPyê ra bên bal hev an na?" got: (Ev dibe, ev nabe) bikaranîna îfadeyên wiha tiştekî rast nîne."
Akdogan li ser pirsa "Gelo ew ê meseleya serokatiyê, di nav AK Partiyê de bibe sedema ji hev du veqetînê an na?" wiha got: "Sekna me ya di vê mijarê da diyar e, eşkere ye. Xebat û dîroka xebatên di vê mijarê da yên dê Birêz Serokwezîrê me birêve bibe diyarkirî ne."
Akdogan li ser pirsa derbarê îdiayên "Di nav heyeta pêvajoya çareseriyê da edî ew ê ji HDPyê cih nedin kesî" got, "Ev hemû derew in. Diyare ku hikûmet giringiyê dide çi nade çi. Di rojeva me de spekulasyonên derbarê HDP û Îmraliyê de tiştek tune ye."