Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk daxuyand ku bajarê kevnare Efes ket nava "UNESCO Lîsteya Mîrata Dinyayê".
Çelîk di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de destnîşan kir ku ew, berhemên hesasiyeta xwe yek bi yek berhev dikin.
Çelîk diyar kir ku di Civîna Serdema 39emîn a Komîteya Mîrata Dinyayê ya li Bonna bajarê Almanyayê de dosyeya "Efes"ê hildan nava UNESCO Lîsteya Mîrata Dinyayê û wiha got: "Ji Almanyayê xebera xweş a duyemîn a ku em li bendê bûn jî hat. Efes êdî bi awayekî fermî bû mîrateke dinyayê."
Wezîr Çelîk bal kişand ku Efes girîngtirîn yek ji bajarên zanist, çand û hunerê yê serdema xwe ye û herwisa muhîmtirîn yek ji navendên serdema antîk e. Çelîk diyar kir ku Efes ji beriya destpêka dîrokê bigre di tevahiya serdema Helenîstîk, Roma, Romaya Rojhilatê, Mîrektî û Osmaniyan de biqasî 9 hezar sal bê navber li ser piyan ma û ji mirovan re bû wargeh û di hemû qonaxên dîroka xwe de Efes bû bajarekî lîmanê û navendeke çand û bazirganiyê.
Herwisa Çelîk di peyama xwe de pêzanîna ku di salê de nêzîkê 2 milyon mirov Efesê ziyaret dike, parve kir.
Çelîk di peyama xwe de bi berdewamî cî da van agahiyan jî:
"Sûrên Diyarbekirê û Baxçeyên Hevselê jî duhê ketin nava lîsteya Mîrata Dinyayê û bi vî hawî hejmara berhemên Tirkiyeyê yên di nava lîsteyê de derketin 15an. Ez dubare li vir spasiya hemû kesên ku keda wan çêbû dikim."