Li başûrê Kerkûka Iraqê di navbera pêşmerge û milîtanên DAEŞê de pevçûn derket. Di pevçûnê de 3 pêşmerge mirin û 10 pêşmerge jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên Herêma Kurdistanê milîtanên DAEŞê şev êrîşê gundên Humera Biçûk û Humera Mezin ên girêdayî Meryembegê kirin. Di pevçûnan de 3 pêşmerge mirin û 10 pêşmerge jî birîndar bûn. Hat îdiakirin ku ji DAEŞê jî bi dehan milîtan mirin.
Bi mehan şûn de milîtanên DAEŞê êrîşî pêşmergeyan kirin.
DAEŞê li Iraqê 10ê Hezîrana 2014an de Mûsil û hin cihên din bi dest xistibû. Navçeya Havîceyê ya başûrê Kerkûkê, nehîyeyên Riyad û Beşîrê jî di destê DAEŞê de ye.