Elif Orhan
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
QAHÎRE
Arîkarê Partiya Tevgera Neteweyî Raûf es-Seyyîd daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Serokê Partiya Tevgera Neteweyî Ehmed Şefîq dê ji bo hilbijartinên serokomariyê yên ku dê di 2018an de bê kirin bibe namzêd.
SeyyîD diyar kir ku Şefîqê ku ji sala 2012an vir ve li Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî (MYE) ye dê dîroka vegerîna welêt bi xwe diyar bike.

- Di sala 2012an de ji sedî 48 deng sitandibû
Ehmed Şefîqê ku li Misrê di hilbijartinên serokomariyê yên ku di 16-17ê hezîrana 2012an de hat kirin de bibû rikaberê Ehmed Şefîq û ji sedî 48,27 deng sitandibû û Mûrsî jî ji sedî 51,73 deng sitandibû û bibû serokomarê hilbijartî yê ewilîn ê Misrê.