Elif Orhan
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
LAHEY
Di rûniştina temyîzê ya ku îro li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Yugoslavyaya Berê ya li Laheyê de îro hay dîtin de hat eşkerekirin ku Slobodan Praljakê Generalê xirwad ê sûcdarê şer ê ku piştî tişteke avî ya tê îdiakirin ku jehr e vexwariye, rakirine nexweşxaneyê û li wêderê miriye.
Berpirsyarê Têkiliyê yê ICTY Nenad Golcevskî di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de şekre kir ku di dema rûniştina temyîzê ya ku îro hat dîtin de Praljak di encama bikaranîna tişteke avî de nexweş ket û rakirin Nexweşxaneya Haagse Medîch Centrum (HMC) û wir mir.

Golcevskî li ser navê ICTYê sersaxî da xizmên Prajlak û da zanîn ku polêsê Hollandayê der barê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

Praljak piştî ku Konseya Temyîzê cezaya der heqê wî de eşkere kir qêr kiribû û gotibû ku "Slobodan Praljak sûcdarê şer nîne" û madeyeke nediyar vexwaribû. Parêzerê Praljak gotibû ku miwekkilê wî jehr vexwariye û li ser vê yekê navber dan dadgehê.

Praljak bi ambûlansa ku anîbûn hêwana dadgehê rakiribûn nexweşxaneyê.