Zeynep Katre Oran
19 Îlon 2023•Rojanekirin: 20 Îlon 2023
Rêveberê Astbilind (CEO) ê Tesla û SpaceXê Elon Musk destnîşan kir ku egera wê yekê heye, hemî bikarhêner ji bo gihîştina platforma medyaya civakî Xê, ucretê bidin.
Li gorî nûçeya BBCê, Musk di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû ra der barê platforma Xê da daxuyanî dan.
Musk destnîşan kir ku ew difikirin derbasî pergalekê bibin, di wê pergalê de ji bo gihîştina platformê, divê mehane pere bê dayin û diyar kir ku ev rêbaz ji bo ji hesabên "bot û sexte" xilas bibin rêyeke çareseriyê ye.
Musk got, "Em ê pergaleke wisa bi kar bînin ku ucret kêm be. Ev nîqaşeke dirêjtir e, lê bi dîtina min ev rêbaz li dijî artêşa botan/hesabên sexte tekane rêya berxwedanê ye."
- Musk di hevdîtinê da behsa mijara "antîsemîtîzmê" jî kir
Musk, di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Netanyahû ra da behsa naverokên "antîsîtîmîzmê yên li ser platformê Xê jî kir û tekezî li wê yekê kir ku ew li dijî van tiştan e.
Netanyahû destnîşan kir ku li ser platformê hevsengiya di navbera azadiya derbirînê û kontrolkirina naverokê da zehmet e û her wiha bang li Musk kir ku bi duristî vê hevsengiyê pêk bîne.