Bekir Aydoğan,Hemin Othman Mohammed,Emrah Akbulak
19 Îlon 2023•Rojanekirin: 25 Îlon 2023
Li Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê çaya ku li kafeyên li herêma ser sînorê Îranê tê demkirin ji hêla mişteriyên her du aliyan va tê vexwarin.
Li Biyareya navçeya Silêmaniyeyê herqeke avê heye ku sînorê Iraq û Îranê ji hev vediqetîne.
Li vê herêmê deriyê sînor an jî cihê kontrolê tune û pasaport jî hewce nake.
Ji her du aliyan va mişterî tên van kafeyan û bi hev ra çayê vedixwin.
- Geştiyar metel dimînin
Kafeyên li der û dora herqa avê ji her du aliyan va jî mişteriyan diezimînin û debara esnafan ji vir çêdibe.
Rêbwar Salih Heme Huseyînê xwediyê kafeya bi navê "Iraq û Îran"ê got ji bilî mişteriyên ji Iraq û Îranê ji welatên din jî geştiyar tên vir.
Huseyîn wiha axivî: "Ji her du aliyan va mişterî tên. Welatiyê Iraqê dibêje ew dixwaze li axa Îranê çayê vexwe. Li vir ji bilî herqeke avê cihekî ku sînor diyar bike tune, deriyê sînor an jî îşaretek tune. Geştiyarên tên vir metel dimînin."
Geştiyarê Iraqê Wîdad Rêzvan got ew li ser medyaya civakî rastî vê derê hatiye û ji ber vê hatiye dîtina vir.
Rêzvan got ev der bi rastî jî pir xweş e.