Balyozê Sanayê yê Tirkiyeyê Fazli Çorman der barê rewşa Yêmenê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got "Me wek Tirkiye bi awayekî eşkere got ku em ji aliyê mezhebî ve li vê bûyerê nanêrin."
Balyoz Çorman destnîşan kir ku Tirkiye her dem piştgiriyê dide heyameke bihurbar a ku aktorên navneteweyî jî ew qebûl dikin.
Çorman diyar kir ku ev piştgirî ne tenê di gotinê de ye û got Tirkiye ji bo ku Yêmen pêş bikeve di qadên perwerde û tibê de bi projeyên civakî piştgiriyê dide.
Çorman da zanîn digel Tirkiyeyê Erebistana Siûdî jî bi qasî 3 milyar 250 milyon dolarî arîkariya hîbeyê piştgiriyeke mezin dide Yêmenê û wiha axivî: "Li Yêmenê di jiyana rojane de, di çand û civakê de bandora Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav xuya dike."
Çorman got Tirkiye li Yêmenê her dem piştgiriyê dide îstiqrarê û ji hereketa leşkerê ya îro kêfxweş nîne û wiha axivî: "Xwezî şûna herekata leşkerî dibistan û navendên tibê bihatana vekirin. Belkê jî bi van pereyên ku hatin xerckirin ji van zêdetir tişt bihatana kirin. Mixabin ku şert û mercên navxweyî, gijgijînên siyasî, xudbîniya aliyan û azweriya wan a îqtidarê, li Yêmenê tunebûna serokatiyekê welêt anî vê rewşê. Em bi xemgîniyeke mezin dibînin û em gelekî xemgînin ku nikarin beriya van bûyeran bigirin."
-Piştgiriya Îranê ya ji bo Hûsiyan
Ji Çorman piştgiriya ku Îran dide Hûsiyan hat pirsîn. Çorman li ser vê yekê qise kir ku Îran li herêmê aktoreke girîng e û bandora wî li ser rêxistina îdeolojîk a hûsiyan a heta îro heye.
Çorman got "Rêvebirinên payebilind ên Îranê, dema ku Hûsî pêş ve çûn daxuyaniyên ku kêfxweşiyan wan nîşan dida dan û van jî veneşartin." Çorman qal kir ku aliyê Îranê, daxuyaniyên ku herêmê gelekî aciz dikin dide.
Çorman bal kişand ku piştî deklarasyona 6ê sibatê ya Hûsiyan, hûsî û Îran nêzî hev bûn û vê yekê jî bal kişand. Çorman qal kir ku lijneyeke yêmenî çû Îranê û peymana firînê a navneteweyî çêkir.
-"Em hin hêmanên ku em ji wan re dikarin bibêjin şiîparêzî dibînin"
Balyozê Sanayê yê Tirkiyeyê Çorman ragihand "Zeydîtiya ku ji koma şiiyan e, mezhebeke ku di nav şiiyan de nêzî sunîtiyê ye û tenê li Yêmenê tê dîtin e. Ew bi çendî salan bi hev re jiyane."
Çorman got ku di vê çarçoveyê de hêmanên dikare ku li Yêmenê bibe sedemê pevçûna mezheban tune û wiha axivî: "Lê di van demên dawîn de hin hêmanên ku em dikarin bibêjinê şiîparêzî yên ku hûsiyan ji mezheba zeydîtiyê girtine û bi bandora Îranê hin tişt li serê zêde kirine dibînin. Ev îdeolojiyê li ser karê zêde dikin û mezhebê dixin nav siyasetê."
Çorman bal kişand ku operasyona ku di bin serkêşiya Erebistana Siûdî de dan destpêkirin dibe ku xetereya rageşiya mezhebî derxîne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Wisa nîşan didin ku ew welatên ku beşdarî operasyona Bahoza Biryardariyê bûne, wek sunî bûne komek û vê operasyonê dibin li ser Hûsîyên şiî. Bi ya min ev rast nîne. Ango rastiya meselê ev nîne. Heke îro bixwazin ku îro xwe wisa nîşan bidin wisa bidin nîşandan ev dê bandorên neyînîli ser pevçûnên mezhebî yên li herêmê bike. Dibe ku bibe sedemê pevçûnên mezhebî. Hemû welatên li herêmê divê bi taybetî ji tişteke wisa dûr bisekinin. Me wek Tirkiye bi awayekî eşkere got ku em ji aliyê mezhebî ve li mijarê nanêrin. Dema geşedanên li Yêmenê hatin vê astê me têkiliyên xwe yên bi koma Hûsiyên yêmenî re jî bi partiya Serokomarê berê Elî Ebdûllah Salih a ku piraniya wan ji zeydiyan pêk tê re jî û bi rayedarên wî re jî heta dawî nebirî."