WASHINGTON
Piştî ku di muzakereyên ku li Lozana bajêrê Swîsreyê di navbera Îran û welatên P5+1ê de dihatin kirin de lihevkirin çêbû, Serokê DYAyê Obama li Qesra Spî daxuyanî dan rojnamevanan.
Obama diyar kir ku bi mitefîk û hevkarên xwe re li ser bernameya Îranê ya nukleer de gihştin "lihevkirineke dîrokî" û da zanîn ku heke peyman bi temamî bê tetbîqkirin dê beriyê bigirin ku çekên nukleer nekevin destê Îranê.
Obama qal kir ku welatên P5+1ê jî di encama hewldanên dîplomatîk de hatin bal hev û bi hev re tevgeriyan û got beriya salek niha ji bo peymana çarçove ya îro ya ku beriya pêşketina bernameya nukleer a Îranê digire û hin xalên girîng bêtesîr dike, pêngava ewil avêtin.
Obama da zanîn wê heyamê hin rexneyên digotin dibe ku Îran pêngavên xapînok biavêje û ji ber vê yekê jî peymana çarçove têk biçe hebûn û wiha axivî:
"Di şûna vê de wekî ku hat plankirin (peymana çarçove) bi temamî bi ser ket. Îranê hemû berpirsyariyên xwe bi cî anîn. Îro me piştî dîplomasiyeke dijwar a ku bi mehan berdewam kir, ji bo vê peymanê sînor diyar kir. Ev peymaneke baş e, peymaneke wisa ye ku li ser hemû mijarên sereke disekine."
-"Xebat hêj xilas nebûn"
Obama diyar kir ku xebat hêj xilas nebûn û got "Serkeftin garantî nîne. Lê li pişt me civaka navneteweyî heye û em dikarin ku bi aştiyane beriyê bigirin ku çekên nukleer nekevin destê Îranê, di destê me de firsendeke wiha heye."
-Sekreterê Giştî yê NYyê Ban
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Mun der barê lihevkirina di muzakereyan de got ku "Bernameya nukleer a Îranê hat muzakrekirin û bi awayekî berfireh hat çareserkirin. Ev yek dê li herêmê piştgiriyê bide aştî û îstiqrarê û dê îmkan bide ku hemû welêt di nav hevkariyê de bi pirsgirêkên ewlehiyê yên cidî re rû bi rû bin."
-Serokwezîra Almanyayê Merkel
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê da zanîn ku ji encama ku di muzakereyên bi Îranê re de bi dest xistin, kêfxweş in.
-Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hat dayîn de diyar kirin ku lihevkirina di muzakereyên nukleer ên di navbera welatên P5+1ê û Îranê de dê bi awayekî êrênî piştgiriyê bide ewlehiya Rojhilata Navîn.
-Heta peymana berfireh dê mueyyîde di meriyetê de bimînin
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Philip Hammond diyar kir ku der barê bernameya nukleer a Îranê de li ser parametreyên peymaneke berfireh li hev kirin û got "Heta peymaneke berfireh bê çêkirin û ev peyman bê tetbîqkirin dê mueyyîdeyên li ser Îranê berdewam bikin."