ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê diyar kir ku carinan ji hêla Sûriyê ve gule li Tirkiyê tê reşandin û carinan jî ev dibe sedema mirin û zirarê. Ji ber vê yekê bersiv tê dayîn û bersiv jî her gav qasê êrîşa wan e.
Daxuyaniyek li ser malpera Serokatiya Sererkaniyê hat weşandin û wiha hat gotin: "Hêzên çekdar yên li Tirkiyeyê li gor rayeya xwe ya ku ji qanûn û hikûmetê werdigire, ji bo ewlehiya sînorên Tirkiyeyê tevdîrên xwe distîne.
Ji bilî vê, hemû bûyerên ewlehiyê yên ku li sînoran diqewimin, kesên ku tên girtin, amûrên ku tên bidestxistin, tevdîrên ku tên sitendin, kesên ku dixwazin derqanûnî ji sînoran derbas bibin û tên girtin û ew amûrên ku têne bidestxistin jî hemû li ser malpera me bi gel re tê parvekirin.