Elif Orhan
02 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2016
KİLİS
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di fitara ku li Kilisê ji bo malbatên şehîdan û sûriyeyiyan hat dayîn de axivî û got ku "Yê me wek welat sînorên me yên fermî cuda ne, sînorên me yên dil cuda ne. Hidûta sînorên me yên dil ew cihên ku ew kesên ku em wan wek bira dîbinin ew me wekî bira dibînin lê dijîn di xwe de dihewîne. Ji ber wê jî ez ji birayên xwe yên ku ji Sûriyeyê hatin re dibêjim ku em we wek birayên xwe dibînin, heke hûn jî me wek birayên xwe dibînin hûn ji welatê xwe dûr nînin hûn tenê ji malên xwe, ji axa xwe dûr in."
Erdogan got "Wek Tirkiye em di mijara Sûriyeyê de 6 sal beriya niha li ku bin em niha jî li heman derê ne" û wiha axivî:
"Ew zalimê li ser Sûriyeyê ye ku ev kar aniye vê astê. Ev kesê ku bû sedema mirina 600 hezar birayên me yên sûriyeyî li vî welatî tu carî wekî birêvebirekî nayê nirxandin. Kesekî wiha yê ku bi bombeyên warîl, bi çekên konvansiyonel, bi tank û topan welatiyên xwe bi xwe dikuje terora dewletê neke dê kî bike? Terorîstekî PYDyî ji terorîstekî YPGyî wêdetir terorîst e. Ji yê DAÎŞê zêdetir terorîst e."
Erdogan nirxandina "Hin kesan li Sûriyeyê demokrasiyê nexwestin, nexwestin ku gelê Sûriyeyê bi vîna xwe bi xwe welatê xwe bi rê ve bibe. Rêxistina ku dibêjinê DAÎŞ di rastiyê de kûklayekî ku bi vê armancê derxistine holê ye. Rêxistinên ku dibêjinê PYD, YPG taşeronên ku bi heman armancê hatine hêzdarkirin in. Li Sûriyeyê ne DAÎŞ misilmanan temsîl dike, ne jî PYD, YPG birayên me yên kurd temsîl dike. Her du rêxistin jî ji aliyê kesên ku hevserên wan di destê wan de nin amûrên wisa ne ku ji bo lîstikên qirêj ên ser herêmê tên bikaranîn."
- "Em ê derfeta welatîbûnê bidin birayên xwe yên sûriyeyî"
Erdogan li ser mijara ji bo penaberên sûriyeyê dayîn welatîbûnê jî sekinî û wiha axivî: "Ez bawer dikim ku di nav birayên me de kesên dixwazin ku bibin welatiyên Komara Tirkiyeyê hene. Hin pêngavên ku Wezareta me ya Karên Navxweyî der heqê mijarê de avêtin hene. Çi ji destê wan bê bi ofîsa ku wezareta me ava kir em ê bişopînin û vê arîkariyê, vê piştgiriyê bidin wan û derfeta welatîbûnê bidin wan."