Barzanî, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Iraqê Nîkolay Mîladînov li avahiya xwe ya fermî qebûl kir. Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya HKIyê, Barzanî di axaftina xwe ya qebûlê de diyar kir ku ew ê li deverên ku piştî vekişîna artêşa Iraqê, pêşmergeyan kir kontrola xwe referandûm bikin û wiha dewam kir: "Em ê di çarçoveya benda 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê de li Kerkûk û herêmên din ên bi nîqaş referandûmeke zelal bikin. Ji bo vê em bangî Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila mudaxîl bin."
Barzanî bi bîr xist ku li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê divê di 2007an de li herêmên ku statûya wan kifş nebibûn, referandûm bihata kirin û wiha pê de çû:
"Lêbelê rayedarên li Bexdayê yên ku bi me re hevkarîkirin li hemberî cîbicîanîna benda 140an sekinîn. Ji peymana ku me li ser bi hev kir, paşve gav avêtin. Mixabin siyaseta çewt a Bexdayê û dijayetaiya wê ya li dijî ûnsurên din, kêşe bêtir kir nava aloziyekê û ev krîza ku em îro tê de ne bi xwe re anî. Ew kesên ku bûn sedemê vê krîzê divê qebûl bikin ku siyaseta wan têk çû û her wiha divê rê li pêşiya pêvajoyeke nû vekin. Çareseriya krîzê di guhertina siyaseta Bexdayê de veşartî ye."
Barzanî dubare kir ku Kerkûk axa Kurdistanê ye û pêşmerge dê kontrola xwe ya Kerkûkê bidomînin û wiha berdewam kir: "Herêma Kurdistanê mecbûr nîne ku cezayê siyaseta çewt a Bexdayê hilgire li ser milên xwe. Êdî em ê bedel nedin. Ji ber siyaseta wan a kêrnehatî terorîst bûn cîranê sînorê herêma Kurdistanê. Lêbelê pêşmerge dê sînorên Kurdistanê û ewlehiya can û malê gel biparêze."
Nûnerê NYyê yê Iraqê Nîkolay Mîladînov jî diyar kir ku divê li ser esasê Destûra Bingehîn a Iraqê rêyên çareseriyê bên peydakirin.
Mîladînov wiha pê de çû:
"Kesên ku li deverên suniyan dijîn ne tenê terorîst in. Xeynî van komên siyasî yên ku mafê xwe dixwazin jî hene. Ev kom dixwazin ku li hemberî mafên wan jî rêz bê girtin. Divê pirsên gelê li başûr jî bê helkirin. Li van deveran tu pêşveçûn çênebûye. Xeynî vê, divê Bexda pirsên di navbera xwe û Kurdistanê de çareser bike."
Mîladînov, ji bo ku Iraq bikaribe ji qeyranê derkeve ji Barzanî daxwaz kir ku roleke aktîf hilgire û ji bo destpêkirina pêvajoya siyasî ya welat û avakirina hikûmeteke nû ji Barzanî xwest ku di dewrê de be.