Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Yahya Abdullah got ku hêzên wan ên îstixbaratê di encama operasyoneke dûdirêj de Sadûn li navenda Kerkûkê girtin û di jêpirsînê de Sadûn li kiryarên xwe mikur hat.
Berdevk Abdullah di civîna xwe ya çapemeniyê ya li avahiya wezaretê ya li Bexdayê de wiha xeberda: "Di encama operasyona hêzên me yên îstixbaratê ya ku bi mehan ajot de Sadûn li navenda Kerkûkê hat girtin. Di jêpirsînê de Sadûn qebûl kir ku ew bi gelek komên terorê re têkildar bû û beşdarî cinayet û teşwîqkirina cinayetan bû."
Abdullah diyar kir ku wan soz dabû gel ku ewê çeteyên girêdayî Partiya Baas bigrin û wiha pê de çû: "Her sûcdarekî Baasî yê ku em digrin dê derkeve pêşiya edaletê û ceza bixwe. Bi vî hawî dê mafê zarokên ku sêwî û jinên ku bîh man were stendin. Emê li her derî bidin li dû van çeteyên ku dane ser şopa serokê xwe yê têkçûyî."
Piştî civîna Abdullah dîmenên ku destnîşankirin yên mikurhatina Abdulbaqî Sadûn bi rojnamegeran dan temaşekirin.
Duh Serokwezîr Heyder el-Îbadî jî di daxuyaniya xwe ya der barê mijarê de wiha gotibû: "Girtina Sadûn bi xebateke piralî a îstixbaratê ve pêk hat."
Abdulbaqî Sadûn wekî alîkarê yekemîn ê Îzzet Îbrahîm el-Duriyê alîkarê serokê têkçûyî Sedam Huseyîn bû. Hikûmeta Iraqê ji bo ku Sadûn were girtin, ji 2005an û vir ve pere terxan kiribû.