Abdullah Tel
05 Nîsan 2019•Rojanekirin: 07 Nîsan 2019
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê diyar kir ku ji salên 2000î vir va li seranserê dinyayê emrê mirovan bi qasî 5 sal û nîvekî dirêj bû û li gor vê encamê jî jin ji mêran zêdetir emir dikin.
Li gor rapora "Îstatîstikên Tenduristiya Dinyayê" ku rêxistinê weşand di navbera salên 2000-2016an da emrê mirovan bi qasî 5 sal û nîvekî dirêj bû û ji 66 sal û nîvekî derket 72 salan.
Ji bo emrekî dirêj dahateke baş li ser jiyanê xwedî tesîr e û welatiyên li welatên dahat kêm e dijîn li gor kesên li welatên dahat zêde ye dijîn bi qasî 18,1 sal kêmtir emir dikin.
- Jin ji mêran zêdetir emir dikin
Li gor encama rêjeya xwekuştinê ya kurewî ya sala 2016an mêr li gorî jinan ji sedî 75 zêdetir xwe dikujin û di qezayên trafîkê da jî jimara mêrên birîndar dibin li gorî jinan du qatî zêdetir e.
Di nav welatên emrê mirovan lê dirêj e da Japonya bi 84 û Swîsre jî bi 83 salan balê dikşîne lê welatên wekî Lesotho û Komara Afrîkaya Navîn di qada temendirêjiyê da welatên herî dawîn in û mirovek li wan deran bi qasî 52-53 salan dikare bijî.
Di raporê da li ser emrê jin û mêran jî hat sekinîn û hat dîtin ku welatên pêşketî di serî da jin ji mêran zêdetir emir dikin.