07 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
ANKARA
Xelatên Nobelê li cihanê di nav xelatên herî navdar de ne û ji sala 1901an vir ve tên dayîn. Ji wê salê vir ve heta niha bi tenê 48 jinan xelatên Nobelê girtine.
Li gor agahiya ku nûçegihana AAyê bi dest xist, Akademiya Zanistên Qraliyeta Swêdê, Akademiya Swêdê, Enstîtuya Karolînskayê û Komîteya Nobelê ya Norwecê ev 116 sal in di qadên fizîk, kîmya, edebiyat, aborî, aştî, fîzyolojî û tibê de xelatê didin sazî û kesan ên ku xebatên serkeftî kirine.
Di nav van 116 salan de 822 mêran xelat girtiye, lê komîteya Nobelê bi tenê xelat da 48 jinan.
Jinan herî zêde di qada aştî û edebiyatê de xelat girtiye. Di qada aştiyê de 16 jinan, di qada edebiyatê de 14 jinan, di qada fîzyolojî û tipê de 12 jinan, di qada kîmyayê de 4 jinan, di qada fizîkê de 2 jinan, di qada aboriyê de jî jinekê xelat girtine.
- Jina ku du caran xelata Nobelê girt
Jina ku du caran xelata Nobelê girt Marîe Curîe ye. Curîeyê di sala 1903an de di qada fizîkê de, di sala 1911an de jî di qada kîmyayê de xelat hilda. Curîeya ku wek avakera zanista radyolojiyê tê zanîn û bi ceribandinê xwe ve radyoaktîvîte kifş kiriye wek jina ku du caran xelata Nobelê girtiye jî di dîrokê de navê xwe daye nivîsandin.
Ji ber ku wê du caran xelat girtiye, di rastiye de xelata Nobelê 49 caran dane jinan.
- Di alema ereban de cara ewil jineke ku xelata Nobelê ya Aştiyê qezenc kir Tewekkul Karman e
Malala Yusufzay di 2014an da Xelata Aştiyê ya Nobelê di 17 saliya xwe da qezenc kir û ji ber vê jî navê wê ket dîrokê. Yusufzayê daxuyandibû ku ew ê 8 milyon kronê (2,5 milyon lîre) ku qezenc kiriye, ji bo dibistanên Pakistanê bibeixşîne.
Malala bi taybetî jî ji bo perwerdeya zarokên keçik bûye navekî sembol. Malala ji bo fona ku li ser navê wê hatiye vekirin dixebite ku li gelek welatên ku hê bipêş dikevin, keçik biçin dibistanê.
Malala di 9ê cotmeha 2012an da ji bo ku biçe dibistanê li otobêsê siwar bûbû, lê rastî êrişê hatibû. Milîtanê Talibanê navê wê jê pirsiye û paşê sê gule berdaye keçika genc. Malala ji serê xwe birîndar bûye û 6 roj piştî êrîşê ji bo tedawiyê birine Îngiltereyê. Malala piştî tedawiyê li wir bi cih bibû û dest bi dibistanê kiribû.
Wezîra Karên Derva ya Myanmarê û Wezîra Dewletê ya Berpirsa Serokatiya Dewletê Aung San Suu Çii, di 1991ê da ji bo "têkoşîna wê ya ji bo demokrasî û mafên mirovan redkirina şîdetê" xelata aştiyê dabûnê.
Ji ber ku tevkarî da hêzdarkirina rola di civakê da ya jinan Xelata Aştiyê ya Nobelê cara ewil dabûn Tewekkul Karmanê. Karmanê di sala 2011î da bi Ellen Johnson-Sirleafa Seroka Dewleta Lîberyayê û Leymah Gboweeya ji Lîberyayê ra eva xelata sitandibû.
Selma Lagerlofê jî di sala 1909an da di qada wêjeyê da xelat standibû û bibû jina ewil a ku vê xelatê distîne. Lagerlof bi berhemên xwe yên ku tê da qala efsane û çîrokan dike va tê naskirin.
- Ji bo keşfa li ser HIVê xelat stand
Di mijara fîzyolojî û tipê da xelata cara ewil di sala 1947an da da Gerty Theresa Coriyê. Coriyê eva xelata bi Carl Ferdinand Coriyê mêrê xwe û Bernardo Houssayê fîzyologê ji Arjantînê ra par vekiribû.
Li Efrîqayê jî jina ku cara ewil xelata aştiyê standibû Wangarî Maathaî ye. Ji ber ku tevkarî da pêşketin, demokrasî û aştiyê ev xelata dabûnê.
Françoise Barre-Sinoussiya vîrolog a ji Fransayê jî di sala 2008an da ji bo keşfa li ser HIVê di qada fîzyolojî û tibê da xelat girtibû.