Abdullah Tel
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Wezîrê Parastina Emrîkayê Jim Mattis diyar kir heta ew bi xwe isbat nekin ku serkêşê DEAŞê Ebûbekir El Bexdadî hatiye kuştin ewê wî sax (zindî) bihesibînin
Mattis li Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) daxuyanî da rojnamegeran.
Di dema daxuyaniyê da îdiayên der barê kuştina Bexdadiyê serkêşê DEAŞê ji Mattis hat pirsîn û wî jî wiha cewab da: "Bi rastî jî ez niha nizanim û em Artêşa Emrîkayê spekulasyonan jî nakin. Heke em zanibûna me yê ji we ra bigota. Nêrîna me ew e heya neyê tesbîtkirin ku hatiye kuştin wekî sax e û li heyatê ye emê qebûl bikin."