Fatih Gazioğlu
15 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
CENEVRE
Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbuyî (NY) Staffan de Mistura ragihand ku li Cenevreyê hevdîtinên Sûriyeyê wê serê îlonê dest pê bikin.
Mistura li ofîsa Cenevreyê yê NYyê, piştî tura 7emîn a hevdîtinan daxuyanî da çapemeniyê û got: "Niyet û plana me ew e ku hevdîtinên Suriyeyê serê îlonê dîsa dest pê bikin. Me ji rejima Sûriyeyê heta niha ji bo pevajoya siyasî tu îşaret nedîtin. Lê ez li vê derê bangî wan dikim, bila bên û di tura din de di pevajoya siyasî de cih bigirin."
- Hevdîtinên tua 7emîn
Di roja ewil a tura 7emîn a hevdîtinên Sûriyeyê de Mistura bi heyeta rejimê ya bi serokatiya Beşar Ceferî û heyeta mixalefetê ya bi serokatiya Nasir Herîrî re yek bi yek hevdîtin kirin. Hevdîtinên ku 10ê tirmehê dest pê kiribûn, 14 tirmehê roja înê dawî bûbûn.
Serokê heyeta muxalif Nasir Herîrî duh daxuyaniyek dabû çapemeniyê û gotibû rejim der barê guftûgoya pêvajoya siyasî da xeberdanê red dike û ji ber vê yekê jî xwestibû Neteweyên Yekbûyî karê dikeve ser milê wê bi cih bîne. Herîrî di daxuyaniya xwe duh de wiha gotibû:
"Rejim li ser pêvajoya siyasî xeberdanê red dike. Xwe ji mijarên pêvajoya demkî ya siyasî dûr digire. Me ji Mistura xwest ku berpirsyariya xwe ya der barê mijara li ser meseleyên cidî yên guftûgoyê de bi cih bîne."