ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di "Bernameya Nasandina Sepanên projeya Hemleya Pêşketina Herêmên Çiyayî û Çandiniya Tirkiyeyê" ya ku ji aliyê Wezareta Ajalvanî, Çand û Xurekê ve li ATO Congresîumê hat lidarxistin de axivî. Erdogan diyar kir ji bo ku dahata kesên ku bi ajalvanî û çandiniyê re eleqedar dibin zêde bikin, projeyên gelekî girîng tetbîq kirin.
-"Em dê li welatê xwe xwedî derkevin"
Erdogan diyar kir dema mijar tê li ser çandinî û axê heta Aşik veysel bi bîr neynin nikarin derbasî mijareke din bibin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Çi dibêje Aşik Veysel; 'Min bin navê dostê çend kes hembêz kirin. Lê dostê min ê rastîn axa reş e. Ez beredayî çûm û hatim, westiyam. Dostê min ê sadiq axa reş e. Min dil da çend xweşikan. Lê min ne tu wefa dît ne jî tu feyde. Min hemû daxwazên xwe ji axê bi dest xist. Dostê min ê sadiq axa reş e.' Belê bi rastî jî em divê li dostê xwe yê sadiq li axa reş xwedî derkevin. Em ji axê hatine û em dê dîsa vegerin axê. Dosteke ev qas sadiq e. Ev ax tenê genim, sevze, fêkî nadin me, ceh nade ajalên me. Di heman demê de ji bo me welat e, ji bo me wargeh e."
Erodgan got ku mirovê bêwelat mirovê bêkok e û wiha axivî: "Mirovê bêkok jî wekê pelê ku dikeve ber bayê dişibe hebûneke ku nizane dê biçe ku, li ku biçilmise û birize. Tirkiye welatê me ye. Bi ax, kevir, teyr û tilûrên xwe, bi bihar û zivistana xwe bi hemû tiştên xwe axa me ya ezelî û ebedî ye, welatê me ye. Em dê li welatê xwe xwedî derkevin. Em dê destûrê nedin ku tu rêxsitin, tu xaîn vê welatê bilewitînin."
-"Em dê destûrê nedin ku ji piştê ve xençeran li Tirkiyeyê bixin"
Serokomar Erdogan got "Emê tu wextî destûrê nedin wan kesên ku nanê vî welatî dixwin, ava vî welatî vedixwin û bi derfetên vî welatî ve tên hin meqaman, bi pereyên ku ji xelkê kom dikin ve xwe qelew dikin, lê li koşkên xwe yên bilind ên li dervayî welat çeteyên îxanetê ava dikin û Tirkiyeyê ji piştê ve didin ber xençeran."
Erdogan qal kir ku dê destûrê nedin ku li meclisên Yekîtiya Ewropayê, li senatoya Amerîkayê, li parlementoyan ji piştê ve li Tirkiyeyê bixin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hişê ax û erdnîgariyê ji ya mirovan hêzdartir e û da zanîn ku ev axa xelatê dide wan kesên ku xizmetê wê dike, teqez cezayê dide wan kesên ku îxanetê lê dikin.