RIYAD
Hat ragihandin ku Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz, li ser daxwaza Welîehd Prens Mukrîn bîn Ebdulezîz, Welîehdê Duyemîn û Wezîrê Karên Navxweyî Prens Mihemed bîn Nayîf bîn Ebdulezîz wek welîehd tayîn kir.
Li gor nûçeya televizyona Erebistana Siûdî, hat ragihandin ku Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz, li ser daxwaza Welîehd Prens Mukrîn bîn Ebdulezîz, Welîehdê Duyemîn û Wezîrê Karên Navxweyî Prens Mihemed bîn Nayîf bîn Ebdulezîz wek welîehd tayîn kir.
Di nûçeyê da hat gotin ku di ciyê Wezîrê Karên Derva Prens Siûd el-Feysal da Adil el-Cubeyr, ji bo Wezareta Tenduristiyê Xalid bîn Ebdulezîz el-Falih, di ciyê Wezîrê Xebatê Adil Faqih da Mufric el-Hiqbanî û di ciyê Wezîrê Aborî û Plansaziyê Mihemed el-Casir da Adil Faqih hat tayînkirin.
Hat diyarkirin ku Hamed es-Suweylim jî wek Wezîrê Dîwana Qraliyetê hat tayînkirin.