Elif Orhan
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
COX’S BAZAR
Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Wek mirov ne mimkûn e ku mirov nemîne bin tesîra vê de. Xwedê arîkariya wan bike. Înşaallah hemû dinya li ser vê mijarê bisekine, bala xwe bidê hem ji bo arîkariyê hem jî ji bo çareseriya siyasî. Mijara divê bê çareserkirin ev e. Di vê dewrê de hovîtiyeke wiha pêbawer nîne û her tişt li ber çavê dinyayê diqewime."
Emîne Erdogan û heyeta pê re Kampa Kutupalongê ya li Bangladêşê ya ku penaberên Arakanî lê dimînin ziyaret kir û wê bi xwe der heqê bûyerên diqewimin de ji mexdûran agahî sitand û wiha axivî:

"Wek mirov ne mimkûn e ku mirov nemîne bin tesîra vê de. Xwedê arîkariya wan bike. Înşeallah hemû dinya li ser vê mijarê bisekine, bala xwe bidê hem ji bo arîkariyê hem jî ji bo çareseriya siyasî. Mijara divê bê çareserkirin ev e. Di vê dewrê de hovîtiyeke wiha pêbawer nîne û her tişt li ber çavê dinyayê diqewime. Heke sûcdar hebe divê ji bo sûcdaran tişt bên kirin ev tiştên ku tên kirin divê ji bo mirovên normal, gel re neyê kirin."
- "Em hemû di vê de berpirsyar in. Em ji bo vê hatin vir"
Erdoganê bangî civaka navneteweyî kir û wiha axivî: "Zar û zêçên me hemûyan hene. Ji ber ku zarokên me nînin em nikarin ji nedîtinê bên. Em hemû di vê de berpirsyar in. Em ji bo vê hatin vir. Ji bo ku em ragihînin raya giştî ya dinyayê hatin. Ji bo arîkariyê hatin. Ji kerema xwe çi ji destê wan tê bila her kes bike."
Erdoganê qal kir ku Serokomar Erdogan jî vê mijarê bibe Neteweyên Yekbûyî (NY) û destnîşan kir ku Serokomar Erdogan dê van li wir qise bike lê divê hemû di vê mijarê de hesas bin.

- Çavuşoglu: "Me xwest em nîşan bidin ku em li gel mirovên vir in"
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê ku di lijneyê de cî digire jî diyar kir j bo ku nîşan bidin li gel misilmanên arakanî yên ku ji bûyerên şîdetê yên li Myanmarê reviyan n hatin Bangladêşê û wiha axivî:
"Me xwest nîşan bidin ku em li gel mirovên li vir in. Em ê vê bi awayekî rêk û pêk bi Rêxistina Koçê ya Navneteweyî re bidomînin. Her wiha em vê peyamê didin dostên xwe yên bengalî. Em bi hev re arîkariya van mirovan bikin.
Em dixwazin ku ji vir rewşa li vir nîşanê hemû dinyayê bidin. Nîşandan tenê têrî nake. Hewldanên me berdewam in. Em dixwazin ku êdî ji hewldanên ku serokomarê me ji serî ve dike encamekî bistînin. Em ê li Astanayê bi serokên ku ji alema îslamê hatin re civînê bikin. Em dixwazin ku pişt re li New Yorkê civîneke berfirehkirî bikin û ji bo pirsgirêka Arakanê çareseriyeke mayînde bibînin."
Çavuşoglu diyar kir ku bi meqamên Myanmarê re jî ketin têkiliyê û wiha axivî: "Serokomar Erdogan bi Suu Çîiyê re (Wezîra Karên Derve ya Myanmarê û Wezîra Dewletê ya ji Serokatiya Dewletê Berpirsyar) re axivî. Me got ku divê êrîşên ser misilmanên Arakanî birawestin. Gotine me ku çi ji destên wan tên dikin. Lê belê dîmen û wêneyên ku em dibînin ji nedîtinê tên. Lê divê em bi hev re ji vê mijarê re çareseriyek bibînin."
Emîne Erdoganê arîkarî belavî misilmanên arakanî yên ku li kampê dimînin kir û bi Wezîr Çavuşoglu û Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kayayê re guh da êşên malbatên ku li kampê dimînin. Erdogan dema ku dijwariyên penaberên bihîst hestewar bû û hin zarok dan ber hembêza xwe.