Fatih Gazioğlu
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
ANKARA
Jimara rêwiyên ku bi balafiran firîn di 8 mehên îsal de li gorî heman serdema par ji sedî 9,1 zêde bû û gihişt 127 milyon û 136 hezar û 893 kesî.
Midûriyeta Giştî ya Dezgeha Meydanên Hewayê ya Dewletê (DHMÎ) daneyên meha tebaxê ya balafiran, rêwî û bar eşkere kir.

Li gor vê, meha tebaxê giştiyê Tirkiyeyê li gor par di trafîqa balafiran ya xetên hundir de ji sedî 8,3 zedebûn çêbû û bû 90 hezar û 237 sefer. Heman demê xetên derva jî sefer ji sedî 13,6 zêde bûn û derket 69 hezar û 548 seferî.
Di heman mehê de jimara rêwiyên xetên hundir ji sedî 6,1 zêde bû û derket 10 milyon û 605 hezar û 378 kesî. Jimara rêwiyên xetên derva jî sedî 28,5 zêde bû û derket 11 milyon û 7 hezar û 981 kesî. Bi vê reqamê li gor par jimara rêwiyan yên transît jî tê de bi tevahî ji sedî 16,3 zêde bû derket 21 milyon û 646 hezar û 682 kesî.