AGIRÎ
Li Bazîda navçeya Agiriyê komeke endamên rêxistina PKKê ya terorîst rê birîn û mîksera betonê şewitandin.
Li gor agahiyên hatin hildan endamên rêxistina PKKê bişev li ser rêya Bazîd-Îdirê mîksera betonê ya wesayîta kar a şirketekê ku ji bo betonê bîne diçû Wanê dan sekinandin. Endamên rêxistinê şofêrê makîneya kar jê peya kirin û agir berî mîksera betonê ya ku benzîn pê de kirin dan.
Heta ku hêzên ewlehiyê hatin endamên rêxistinê ji cihê bûyerê çûn.
Hêzên ewlehiyê li derdorê tewdîrên berfireh girtin, TOMA û ekîbên agirkujiyê agir temirandin lê makîneya kar bû xurde.
Ji ber bûyerê gelek wesayît di rê de sekinîn û piştî du saetan rê ji çûnûhatinê re hat vekirin.
Bi armanca girtina endamên rêxistinê ve li herêmê xebatan dest pê kir.