ANKARA
Nûnera Bilind a Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê ya YEyê Federica Mogheriniyê daxuyand ku wan bi Îranê re li ser muzakereyên nukleerê li hev kirin.
Mogheriniyê di civîna çapemeniyê ya hevpar a li Viyanayê ya digel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zerîf de axivî û bal kişand ku îro rojeke dîrokî ye û wiha xeberda: "Me bi curet, îradeya siyasî, rêzgirtina dualî û seroktiyê ve tişta ku dinyayê hêvî dikir, anî cih. Ev tê wateya soza muşterek a ji bo aşitiyê û yekbûna ji bo dinyayeke ewletir."
Mogheriniyê wiha dewam kir:
"Bi helwesta erênî ya hemû hevbeşên muzakereyan û bi saya karbidestî û kêrhatiya heyetan ve me muzakere bi awayekî serkeftî dan encamdan û me pirgirêkeke ku ev zêdetirî 10 salan e didome, çareser kir."